Mêrdînê xweş Mêrdînê
Hatim çîyayê jînê
Hatim çîyayê jînê
Pirs bikin ji kevr û tehtan
Ji payîz û ji zivistan
Ji bihar û ji havînan
Ew ê bêjin ew ê bêjin
Ew ê bêjin vê evînê
Mêrdîn cihê bav û kalan
Dîrok e her tax û kolan
Dîrok e her tax û kolan
Herin ber Dêrû Zaferan
Çi xweş e deryê meşkînan
Pirê a’dê xalê Sînan
Ew ê bêjin ew ê bêjin
Ew ê bêjin vê evînê
Mêrdînê dehl û rêz e
Diçêrin keriyê pez e
Diçêrin keriyê pez e
Ka herin ba berîvana
Şîr vexwin ji destê wan a
Gohdar bikin li şivana
Ew ê bêjin ew ê bêjin
Ew ê bêjin vê evînê
Tags: Berfin, Dünya, Mêrdînê, Seyda Perinçek
- Genres :
- Berfin
- Dünya
- Mêrdînê
- Seyda Perinçek



Henüz yorum yok